Welatiyên Şengalê: Em ê heta dawiyê xwe biparêzin

Şêniyên Şengalê ji bo piştgiriyê bidin asayîşên xwe tevî astengiyan xwe gihandin Navenda Asayîşa Êzidxanê ya Sinunê. Di daxuyaniya li wir hat dayin de hate gotin: “Emê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin.”

Welatiyên Sînûnê ya Şengalê li dijî êrişên li ser Şengalê nerazîbûn nîşan dan.

Derbarê êrişê de ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke civaka Êzidî heya dawî wê ji bo parastina deskeftî û zarokên xwe di nava tekoşînê de bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:

“Kî dibe bila bibe, ger hêzek were bixwaze ku civaka me belav bike, bawerî û çanda me tune bike, emê heya dawî xwe biparêzin û tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Back to top button