Şêniyên herêmê: Rêber Apo Kurd li nasnameya wî vegerand

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî tecrîdê banga serhildanê kirin.

Şêniyê bi navê Hesen Mamo da zanîn ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo bi fikarin.
Mamo got:

“Hêzên komploger Xeyal kirin ku di têkbirina gelê Kurd de bi ser ketin, lê gelê Kurd bi derketina tevgera rizgariyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah zindî bû.

Lew ra komplo li dijî Rêbertî pêk anîn.”

Welatiyê bi navê Mihemed Bozê jî diyar kir ku Rêber Apo li hemberî hêzên navneteweyî yên ku Kurd parçe kir sekinî, ji ber vê yekê van hêzan komplo li dijî wî pêk anî.

Bozê diyar kir ku Rêber Apo gelê Kurd li heqîqet û nasnameya wî vegerand.

Welatiya bi navê Eyno Bozê jî destnîşan kir ku gelê herêmê ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe dît.

Eyno wiha dewam kir :”Ramanê azad ê Rêbertî pergalên herî xurt li cîhanê tirsand ku nikarin Rêbertî bidin îqnakirin ku dev ji projeya xwe ya demokratîk berde.”

Welatiyan di dawiyê de bqang li gel kirin ku bi serhildanê bersiva tecrîdê bidin û têkoşînê berdewam bikin.

Şêniyên Reqayê tecrîd li dijî Rêber Apo şermzar kirin

Back to top button