11 malbatên Sîbaya Şengalê yên li kampên başûrê Kurdistanê diman vegeriyan warê xwe.
Malbatên vegeriyan li ser warê xwe li Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi cih bûn.
Hate diyarkirin ku piraniya malbatên vedigerin li ser warê xwe ji kampên Bacid Kendala û Xanikê ne.
Piştî ku Meclîsa Komelgeha Sîba Şêx Xidir hat avakirin , gel êdî bi dilxweşî vedigerin.
Li gorî agahiyên ku ji komelgehê hatine girtin, wê îro 21-23 malbatên din jî vegerin Sîbayê û navçeya Tilizêrê.
Rêveberiya Xweser a Şengalê jî rojane bang li xelkê Şengalê dike ku vegerin ser warê xwe.



