Jinên Qamişlo: Civakek demokratîk bi destê jinan pêkan e

Jinên kantona Qamişloyê dan zanîn ku xelaskirina ji zihniyeta baviksalar wê bi xwerêxistinkirin û hevgirtinê pêk were.

Welatiya bi navê Nejbîr Ridwan Remo diyar kir ku sûcên li dijî jinan diyardeyeke cîhanî ye û zehmet e ku di çend salan de zihniyeta baviksalar were guhertin .

Nejbîr got: “Ji bo em karibin vê zihniyetê biguherin divê em kedeke mezin bidin û têkoşîn û berxwedanê xurtir bikin.”

Beraa Faris jî destnîşan kir ku êşa tevahî jinên li cîhanê yek e û wiha domand : “Berpirsiyariya xilasiya ji vê zihniyetê dikeve ser milê jinan.

Divê em li hember adatên paşverû yên di civakê de li ber xwe bidin û jinan ji van sûcan biparêzin.”

Jina bi navê Firyal Qesûm bang li tevahî jinan kir ku têkoşînê geş bikin û teqez kir ku rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de sereke ye.

Her sê jinan bang li hemû jinan kirin ku yekitiyê xwe ava bikin. û li hember sûcên li dijî jinan bê deng nemînin .

Back to top button