Meclisa Sivîl a Dêra Zorê kêmkirina avakirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve weke şêweyekî terorê bi nav kir û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî vê yekê şermezar kir.
Bi tevlîbûna bi dehan nûnerên meclisa sivîl û meclisa navxweyî ya Bajarê Dêra Zorê, li Navçeya Kesra daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser bandora kêmkirina ava Firatê li ser gelên herêmê û çandiniyê.
Hate gotin ku bi sedema kêmkirina avê, ziyan li çandiniyê ya îsal û rewşa tendirustî û hawîrdorê bû.
Meclisê bêdengiya civaka nevnetewî ya li hember binpêkirinên Dewleta Tirk şermezar kir.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku Dewleta Tirk ev 5 meh in ava çemê Firatê li ser herêmê kêm kiriye û bi milyona kes ziyanê ji vê yekê dibînin.