Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê ragihand ku mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, êşkence li 404 kesan hatiye kirin û 2 hezar û 14 çalakger jî hatine binçavkirin.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Rapora Mafê Mirovan a Sala 2020’an a Tirkiyeyê weşand.
Di raporê de hat destnîşankirin ku vîrûsa Covid-19 ji bo navendîbûn û mîllîtarîzmê weke firsend hatiye nirxandin û ev tişt hat gotin:
“Desthilatê ji aboriyê heta tenduristiya civakê hemû prisgirêkên welat kir pirsgirêka ewlehiyê.
Hem li welat hem jî li derveyî welat tundî esas girt.
Di çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navneteweyî de şer û pevçûnê kir polîtîkayeke yek alî.
Di bingeha binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê de ev sedemên herî girîng in.”
Li gorî raporê; mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, êşkence li 404 kesna hatiye kirin, ji endamtiyê hezar û 865 kes û ji çalakiyan jî 2 hezar û 14 kes hatine binçavkirin.