Civîna welatên YE..Tirkiye di rojeva civîna YE de ye

Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 24 û 25’ê Hezîrana 2021’an dê li paytexta Belçika Brukselê bicivin.

Konseya Ewropayê derbarê lûtkeya Brukselê daxuyaniyeke belav kir û ragihand li Brukselê hevdîtinên ligel Serokên Welatên Endamên YE dê 2 rojan dewam bin.

Li gor zanyariyan di lûtkeyê de li gel gelek mijaran dê peywendiyên Tirkiyê ligel YE jî bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku pêşniyaza Komisyona Ewropayê ya nûjenkirina pakêta alîkariya maddî ya ji bo penaberên Sûriyê ku li Tirkiyê ne bê qebûlkirin. Pakêta alîkariyê herî kêm 3 milyar euro ye.

Almanya di demeke nêz de nêrîna xwe diyar kiribû û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku li ser biryara xwe ya ji nû ve destpêkirina diyalogan ligel Tirkiye dilsoz be.

Di mijara nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê ji ber nerazîbûnên Yunan, Beşê Rum yê Qubrisê û Avusturyayê heta niha lihevkirinek çêne bûye.

Herwiha di daxuyaniya Konseya Ewropayê de tê gotin, wê mijarên wek Covid-19, xwekomkirina aborî, koçberî û peywendiyên Tirkiyê û Rûsyayê jî bên gotûbêjkirin.

Back to top button