Etiyopy..Di êrîşa li ser herêma Togoga de 43 kesan jiyan xwe ji dest da

Artêşa Etiyopya bi şer û hêza leşkerî dixwaze serweriya xwe ya li herêma Tîgrayê bi gel bide pejirandin.
Ji bo vê yekê jî hemû hêza xwe ya leşkerî bikar tîne.
Artêşa Etiyopya careke din bi balafiran êrişî herêmê kir.
Di encamê de herî kêm 43 kes hatin kuştin.

Ji Mijdara 2020’an ve rewşa aloz ya li Tîgrayê didome.

Artêşa Etiyopyayê doh ji hewayê ve êrişî herêma Tîgreyê kir.

Di êrişê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şahidekî ji ajansa Reutersê re ragihand ku Etiyopyayê ji hewayê ve êriş biriye ser herêma Tîgreyê.

Jineke li herêmê jî diyar kir ku hevser û zaroka wê ya 2 salî di êrişa hewayî de birîndar bûye.

Li bajarokê Togoga yê herêma Tîgreyê roja Sêşemê li nava sûkê teqînek çêbû.

Jinê ragihand ku wê balafir nedîtiye, lê belê dengê balafirê bihîstiye û got,

“Dema ku teqîn çêbû her kes reviya.

Lê belê piştî demekê em vegeriyan û me birîndar rakir.”

Rayedarekî tenduristiyê jî diyar kir ku li gorî aghaiyên ji şahidan û tîmên destwerdana destpêkê ya tipî wergirtine, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê artêşa Etiyopyayê serheng Getnet Adane têkildarî êrişa hewayî ne êriş piştrast kir ne jî derewand.

Getnet Adane diyar kir ku êrişên hewayî taktîkeke leşkerî ya hevpar e û hêzên wan êrişî sivîlan nekirine.

3 wezîfedarên tenduristiyê ji Reutersê re gotin, artêşa Etiyopyayê nehiştiye ku ambûlans xwe bigihîne cihê êrişê.

Wezîfedarê tenduristiyê got,

“Ji me re gotin hûn nikarin biçin Togogayê.

Li benda kontrolê nêzî saetekê me danûstandin kir.

Nameyek ji ofîsa tenduristiyê nîşanî wan dan.

Lê belê gotin fermane, ew ê nehêlin ku biçin.”

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Ji wê demê ve, li herêmê nearamî serwere.

Her çiqasî artêşa Etiyopya 28’ê Mijdarê serkeftina xwe ragihandibe jî lê di encamê de, heta roja îro alozî û metirsiya li herêmê didome.

Ev yek jî bo sedema ku heta niha nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bibe.

NY li ser rewşa welatiyên Tîgrayê fikarên xwe tîne ziman.

Back to top button