Biden polîtîkaya xwe ya ji bo pêşîgirtina li çekan eşkere kir

Serokê DYA Joe Biden ji bo pêşîgirtin û şerkirina tawanên çekdarî li welat û pêkanîna ewlehiya giştî, polîtîkaya xwe ya nû eşkere kir.

Joe Biden, di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de, siyaseta rêvebiriya xwe ya tekoşîna li dijî tundiya çekdarî ragihand.

Ev yek piştî zêdebûna êriş û kuştinên çekdarî li welat pêk hat.

Biden destnîşan kir ku wan berê gelek veberhênan kirine da ku fonên ji bo polîsên herêmî, xebatkarên civakî û parêzeran zêde bikin û ew ê vê siyaseta xwe bidomînin.

Serokê DYA Joe Biden bang li Kongreyê kir ku fonên pejirandî veguhezîne dezgehên polîs.

Joe Biden dubare banga xwe ya ji bo Kongres a pejirandina pêşnûme qanûna qedexekirina çekên nîv-otomatîk, kir û wiha got:

“Ez ê tu carî hêviya xwe bernedim.”

Biden destnîşan kir ku ew ê bixebitin ku kesên berê hatine mehkûm kirin di nav civakê de vehewînin û ev tişt anî ziman:

“Em dixwazin ku mirov xwediyê pîşeyek bin, ne çek.”

Back to top button