Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê di nava kampan de jî, pêwîstî bi gelek tedbîran heye.
Li kampa Şehbayê bi ser rewşa gel a zehmet de, vîrûsa Corona jî derket, li wir 2 kes, yek jê jiyana xwe ji dest da.
Şêniyên Êfrînî ku li kampên şehbayê dimînin hewl didin bi derfetên heyî, xwe ji vîrûsa korona biparêzin. herî dawî jî Komîn û Meclîsên kampên Şehbayê dest bi pêngava şiyarkirin û parastinê kir.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 20 kesên din li herêmê bi vîrûsê ketine, ji wan 2 li herêma Şehbayê ne, yekî ji wan jiyana xwe ji dest ye
Rêveberiyê diyar kir ku kesê jiyana xwe ji destdayî 60 salî ye.
Rewşa gelên li Şehbayê cûda ye. Nexweşxane û cihên tendurstiyê kêmin.
Heger ev nexweşî di nava van koçberan de berbelav bibe, wê kerasetê bi xwe re bîne.
Piştî ragihandina van rewşan, Komîn û Meclîsên kampên Şehbayê dest bi pêngava şiyarkirina koçberan kirin.
Komin û Meclis çadir bi cadir geriyan da ku şêniyan şiyar bikin û xwe ji vîrûsa Cironayê biparêzin.
Helbet rewşa gel û jiyana li kampan ne weke li malan ne, derfet kêmin û pêwîstiya wan bi gelek alavên paqijiyê heye da ku xwe ji vê vîrûsê biparêzin.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xebatên ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa korona û pêngavên hişyarkirin û paqijkirinê hatine dest pêkirin.