Di encama êrîşên çeteyan de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li Idlib û bakurê Laziqiyê şerê çeteyan û hikûmeta Şamê berdewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî nîvê şevê hêzên hikûmeta Şamê li aliyê gundê Fitêre yê Cebel Zawiyê hewl da ku derbasî nava çeteyan bibin û çeperên wan kontrol bikin.

Lê belê çeteyan rê li wan girt û pevçûnên tund di navbera her du aliyan de derketin.

Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikûmetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha 2 çete jî hatin kuştin.

Çeteyan bi mûşekan êrîşî hêzên hikûmetê kirin

Li gundewarê Laziqiyê jî, şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de her ku diçe giran dibe.

Çeteyan bi mûşekan êrîşî hêzên hikûmetê kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button