Ji ber êrîşên balafirên nenas, hikûmeta Başûr lijneyeke lêkolînê ava nekiriye

Duh balafirên ku tê gotin ên dewleta Tirk in, herêma Şarbajêr a Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Lê heya niha ji aliyê hikumeta herêmê ve ti lijneyek neçûye cihê bûyerê û lêkolîn nekiriye.

Duh balafiran herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê bombebaran kir.

Balafiran heya deşta Jajolan û Kiwêrekan ku tenê 3 kîlometre ji gundê Gelale dûr e, bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên xelkê herêmê.

Agirê bi herêmê jî ketî, ji aliyê xelkê herêmê ve hatibû vemirandin.

24 saet bi ser bûyerê re derbas dibe, lê heta niha ne ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê nejî rayedarên herêmê, serdana cihê bûyerê nekirine.

Qeymeqamê navçeya Mawet a girêdayî Şarbajêr Kameran Hesen jî got ku ji ber ku dewama kar nîne, ti lijneyek nayê cihê bûyerê.

Back to top button