Jimara qurbanên erdheja Izmîrê bû 79 kes

Jimara qurbanên erdheja Izmîrê gihişt 79’an û heta niha lêgerîna li kesên di bin kavilan de mane jî berdewam e.

Li Izmîrê di 30’ê Cotmehê de, erdhejek bi hêza 6.6 pêl pêk hat.

Di encama vê erdhejê de, zêdeyî 20 avahî hilweşiyan.

Herî dawî û li gorî daneyên dawî yên Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn AFAD’ê, jimara qurbanên erdhejê gihişt 79 kesan û birîndar jî 962 kes in.

Heta niha li 8 avahiyên ku di erdhejê de hilweşiya bûn, lêgerîna li qurbanan berdewam e.

Back to top button