Ferhad Şamî: Dewleta Tirk dest bi guhertina komên çete li Efrînê dike

Ferhad Şamî Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî dest bi guherandina cihên çeteyên xwe kiriye.
Ferhad Şamî ragihand ev yek jî di çarçoveya amadekariyên dewleta Tirk bo êrişkirina herêmê re pêk tê.

Şamî li ser malpera xwe diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên bi “Heyet Tehrîr Şam” diguherîne û ew jî di çarçoveya pêkanîna êrişê de pêk tê.

Li gorî rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê, guhertina van çeteyan li deverên navçeya Şera ya Efrînê pêk tê.

Ferhad Şamê hişyarî da ku, guhertina çeteyan di xetên pêşî de, nayê wateya ku wê yên din dûrî şer bin..

Back to top button