Siyasetmedarên li herêmê bertek nîşanî gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dan û diyar kirin ku eger êrişeke nû pêk were wê DAIŞ’ê zindî bike.
Rûspiyê eşîra El Tuhefyan Mihemed Ehmed El-Elî jî li hember êrişên Tirkiyê piştgiriya eşîra xwe ya bi QSD’ê re nîşan da.
Gelê herêmê, siyasetmedar jî di nav de, li ser rewşa heyî, gef û êrişên dewleta Tirk bi hêrs in û peyama berxwedanê didin.
Sekretêrê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Kenho têkildarî van gef û êrişan axivî.
Kovan piştrast kir ku dewleta Tirk bi van êrişan sûdê ji aloziya Sûrî digire û dixwaze xwena xwe ya Osmanî pêk bîne.
Kovan Kenho tekez kir eger êrişeke nû li dijî herêmê pêk were wê DAIŞ careke din zindî bibe.
Ebas Hisên: Qada ezmanî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin!
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ebas Hisên jî daxwaza girtina qada ezmanî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk kir.
Rûspiyê eşîra Al Tuhefyan Mihemed Ehmed: Em bi QSD’ê re ne
Ji rûspiyên eşîra Al Tuhefyan Mihemed Ehmed El-Elî helwest nîşanî êrişên dewleta Tirk da û anî ziman ”Rojane li dijî herêmê êriş hene. Li hember vê NY û Dewletên Ereb bêdeng in.”
Mihemed Ehmed piştrast kir ku yekane hêza ku herêmê ji êrişan diparêze QSD’ê ye.
Û li hember êrişan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir.
Dawiyê Rûspî Mihemed Ehmed bang li gelê herêmê kir ku li hember êriş û dagirkeriyê bibin yek.