Cemîl Bayik: Şoreşa Rojava encama berxwedana zindana Amedê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê axivî û got ” Şoreşa Rojava encama berxwedana zindana Amedê ye.”
Bayik tekez kir divê gelê Kurd pîvanên berxwedêrên zindana Amedê ji xwe re esas bigrin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşê sêyem ê nirxandina xwe ya bi ajansa Firatê re behsa Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an a li Zindana Amedê kir.

Cemîl bayik di şexsê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.

Cemîl bayik da zanîn ku destkeftiyên îro bingeha xwe ji berxwedana Zîndana Amedê digire û ev berxwedan ji Rêber Apo re bû alîkar û hişt ku rêxistin gelek gavan biavêje.

Cemîl Bayik: Berxwedêrên zîndana amedê hêza PKK’ê nîşanî her kesî dan

Cemîl bayik da zanîn ku berxwedêrên zîndana Amedê li ser esasê ‘berxwedan jiyan e, teslîmiyet xiyanet e’ dewleta Tirk têk birin û hêza PKK’ê nîşanî her kesî dan.

Cemîl Bayik: Divê gelê Kurd pîvanên berxwedêrên amedê ji xwe re esas bigirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiya nirxandina xwe tekez kir divê gelê Kurd pîvanê berxwedêrên zîndana Amedê ji xwe re esas bigrin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Cemîl Bayik: Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî amade bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ANF re axivî

Back to top button