PAJK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê dîroka gelê Kurd e

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin ya Kurdistanê -PAJK bi wesîleya salvegera Berxwedana Mezin ya 14’ê Tîrmehê destnîşan kir li hemberî mêtingerî û faşîzma dewleta Tirk berxwedana dîrokî a 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd û jinan bûye destpêka demeke nû ya têkoşîna xwebûnê.
PAJK’ê da zanîn êrîşên ku îro li ser gelê Kurd tên kirin tenê bi bilindkirina ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dikare werin têkbirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê di şexsê pêşengên berxwedanê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên têkoşînê bi bîr anî.

PAJK’ê got:

Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi zanebûna fikir, bawerî, felsefe, bîrdozî û şêwazekî nû yê têkoşînê hate meşandin.

Ev şêwazê nû yê berxwedanê bi heqîqeta Rêber APO hate avakirin.

Li Kurdistanê tovên vê berxwedanê hate avêtin, bi demê re veguherî têkoşîna gel a şoreşgerî.

“Bi berxwedanê re derbeke mezin li hişmendî û siyaseta qirkirinê hate xistin”

PAJK’ê destnîşan kir berxwedana di pêşengtiya Kemal, Xeyrî û Sarayan li Kurdistanê bû bingeha gav avêtina pêngava 15’ê Tebaxê, avêtina tova şerê gel û şoreşgerî û wiha domand:

Hevrê Sara berxwedana dîrokî bi vê awayî pênase dike; ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne pêvajoyek bû, hate jiyîn û bi dawî bû. Ev berxwedan, bi her awayî dîroka gelê Kurd îfade dike’.

Bi vê berxwedanê re zihniyet û siyaseta tinekirin û qirkirinê ya li ser gelê Kurd dihate ferzkirin, darbeya herî mezin xwar.

“Li hemberî êrîşan, têkoşîneke man û nemanê heye”

PAJK’ê daxuyankirin di roja îro de dewleta Tirk êrişî gelê me û tevgera me dike û wiha lê zêde kir:

Şerekî herî kirêt û dijwar li hemberî Rêbertiya me dide meşandin.

Li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk û hevkarên wê weke gel, gerîla û tevahî hevrêyên li girtîgehan, li ser şopa vê berxwedana dîrokî li ber xwe didin şer û têkoşîneke man û nemanê didin meşandin.

Koordînasyona PAJK teqezkir ku gerîlayên HPG’ê û YJA Star bi sekna berxwedêr li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin û wiha bi dawî kir.

Eger di roja îro de, dewleta Tirk a faşîst, di siyaseta xwe ya tinekirin û tasfiyekirina tevgera me de bi ser nakevin, ev bi saya ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Back to top button