HDP: Weke berxwedana 14’ê Tîrmehê wê îro jî îradeya berxwedanê bi ser bikeve

HDP’ê jî berxwedana 14’ê Tîrmehê silav kir û diyar kir weke berxwedana 14’ê Tîrmehê îro jî wê li dijî êrîş û darbekaran îradeya berxwedanê bi ser bikeve.

Desteya Rêvebera a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya Salvegera Berxwedana Mezin ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku 39 sal berê bi pêşengiya Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek ku li dijî zêhniyeta darbekara a 12’ê Îlonê hat pêşxistin îro jî bandora xwe ya dîrokî berdewam dike.

HDP’ê got, “Têrkoşîna di navbera ruhê 14’ê Tîrmehê û zêhniyeta darbekar de îro jî dewam dike.”

Hat diyar kirin wê têkoşîna heta ku ev hişmendiya darbekar têk biçe û bi rastiya Zindana Amedê re rûbirû bimîne wê dewam bike.

Back to top button