Ji bo salvegera 39. a 14’ê Tîrmehê li herêma Cizîrê rêzeçalakî hatin lidarxistin

Ji bo salvegera 39. a Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê li herêma Cizîrê rêzeçalakî hatin lidarxistin.
Şêniyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Temir û Hesekê berxwedana 14’ê Tîrmehê silav kirin.
PYD’ê jî diyar kir berxwedana li zindana Amedê bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê.

Ji bo bîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê rêzeçalakî li herêma Cizîrê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo daketin qadan û bi meşekê berxwederên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Li navçeya Til Temir ya kantona Hesekê jî xelk ji bo salvegera 39. a berxwedana 14’ê Tîrmehê li qadan bûn.

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de 25 şehîdên navçeyê ku di dem û li cihên cuda de şehîd bûne jî hatin bîranîn.

Di merasîmê de ji rêveberiya Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Kilara Edêsa axivî û berxwedana 14’ê Tîrmehê silav kir.

Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê jî li pêşiya navenda xwe ya li Qamişlo daxuyaniyek da.

PYD’ê diyar kir ku berxwedana li zindanan pêk hat bû kevirê bingehîn yê avakirina Partiya Karkerên Kurdistan.

PYD’ê li bajarê Hesekê jî semînerek bi vê boneyê û bi beşdariya bi dehan ji şêniyan da.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mistefa Ehmed têkildarî berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê axivî û got,

“Bandoreke mezin a berxwedana zindanan li ser tevgera kurd heye û şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewamiya vê berxwedanê ye.”

Back to top button