Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê jî li ser lihevkirinê helwesta xwe eşkere kir.
Meclisê ragihand, biryarên ku civaka Êzidî li ber çavan negirin wê bê encam bin û got;
“Ti guhertin û guftûgoyên em têde nebin em ê qebûl nekin.”
Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî lihevkirina di navbera Herêma başûrê Kurdistan û Bexdayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclisê dîroka herî dawî ya komkujiya li ser civaka Êzidî bibîrxist û wiha got:
Herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an bi armanca pêkanîna jenosîdê piştî radestkirina Şengalê ji aliyê PDK’ê ve û xwedîderneketina hikumeta Iraqê, DAIŞ’ê komkujî li ser gelê me pêkanî, lê nikarî armanca xwe pêk bîne. Civaka Êzidî xwe kir hêz, bedelên mezin dan û pêşiya dijminan girt. Berî sala 2014’an îrade û siyaseta partiyên siyasî li ser Êzidiya dihat ferz kirin, lê ev derbas bû. Ne civak civaka berêye û ne dem dema berê ye.
MXDŞ: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
Meclisa Şengalê diyar kir ku ew rewşa heyî ji nêz ve dişopînin û ev tişt anî ziman:
Li ser Şengalê hinek lihevkirin hatin kirin. Bêyî nêrîna Êzidiya û pêkhate û gelê Şengalê, civîna xwe her du aliyan weke encamdayî binav kirin û ragihandin. Lê nîqaş çi dibe, li ku dibe, bê nêrînê Êzidiya werin esasgirtin wê siyaseta ferzkirinê encamnegire.
Meclisê daxuyakirin ku ew dixwazin berjewendî û parastina civaka Êzidî misoger bikin û bigihêjin nêrîneke hevbeş.
MXDŞ: Niqaşên ku vîna Êzdiyan têde nebe nayê qabûlkirin
MXDŞ’ê bi eşkereyî daxuyakirin ku di her guhertin û guftugoyên ku ew têde nebin wê qebûl nekin:
Ev 6 sale Şengal ji aliyê me de tê rêveberin ti pirsgirêk derneket.
Me xizmeta gelê xwe kir, emê dewam jî bikin.
Ti guhertin û guftogoyên em têde nebin em ê qebul nekin.
Em jî nîqaş dikin û nîqaşên me li ser berjewendiyên vî gelî ne.
MXDŞ: Li dijî planan bêdeng nemînin
Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) xwest ku ew jî weke aliyeke sereke yê nîqaşan werin diyarkirin û ev bang kir.
Em bang li hemî pêkhateyên Şengalê dikin ku li henberî biryarê li ser wan tê kirin bêdeng nebin û bê helwst nemînin.