HPG: 3 çeper hatin rûxandin 5 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li heftenînê derbeke din ya giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
Di çalakiya gerîlayan ya li dijî dagirkaran a li Girê Koordîne de 3 çeper hatin rûxandin, 5 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.

Artêşa Tirk ya dagirker li qada berxwedanê Heftenînê asê maye û her roj ji gerîlayan derbên giran dixwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan êrîşên hewayî daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 9’ê Cotmehê li dijî leşkerên Tirk yên li Girê Koordîne ya li herêma Heftenînê çalakiye kirin.
Di vê çalakiyê de bi xurtî li 2 çeperên dijmin hate dayîn û hatin rûxandin; dagirkerên li nav jî hatin cezakirin. Li heman girî, li çeperekê ku cebilxane li nav bû bi xurtî lê hate dayîn, şewitî û îmha bû. Di vê çalakiyê de 3 çeper rûxiyan, 5 dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin û diyar kir,

7’ê Cotmehê derdora gundê Rûsê herêma Heftanîn,

9’ê Cotmehê qada Cîloyê Biçûk a navçeya Çelê ya Colemêrgê û

9’ê Cotmehê devera Kurojahro ya herêma Zapê hatin bombebaran kirin.

HPG’ê ragihand ku di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatine.

Back to top button