Gerîlayan bi operasyoneke şoreşgerî bersiva komploya Navnetewî dan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegera komploya Navneyewî bi operasyoneke berfireh şermezar kirin.
Li Zapê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidar xistin de yek jê payebilind 37 dagirker hatin kuştin.
Her wiha gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin û îmhakirin.
Hate ragihandin gerîlayek jî şehîd bû.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi operasyoneke nû bersiva komploya Navnetewî a li dijî Rêber Apo dan.

Li Zapê di operasyona Şoreşgerî ya bi navê Şehîd Doga Viyan de ku hate lidarxistin, bi dehan dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên li ser operasyonê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Li Zapê di operasyona şoreşgerî ya şehîd Doga Viyan de 37 dagirker hatin kuştin

HPG’ê da zanîn 17’ê Sibatê li dijî baregeheke dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê ji gelek baskan ve operasyon pêk hat.

Di oparasyona bi ruhê fedaî yê Apoyî pêk hatî de, gerîla çûn ser cenazeyên dagirkeran, çekên wan rakirin û li dijî wan bikaranîn.

Tevî alavên dagirkeran, qada baregehê bi temamî hate şewitandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tespît kirin ku yek jê payebilind bi giştî 37 dagirker hatine cezakirin.

“Tevî alavên dagirkeran, qada baregehê bi temamî hate îmhakirin”

Li gorî daxuyaniyê;

Di operasyonê de

  • 15 Çeper
  • 7 Konteynir
  • Cebilxaneyek
  • Qadeke muhabere
  • Qadeke çavdêriyê
  • 2 çekên A4
  • Çekek bombeavêj
  • 2 Sîstemên radar
  • 5 Kamerayên mobesse bi temamî hatine bêkêrkirin.

Her wiha çekên ku li ser leşkerên arteşa dagirker hatine rakirin jî HPG’ê wiha rêz kir:

  • 8 Çekên MPT-55 ên Ferdî
  • 5 Çekên otomatîk ên BKC
  • 5 Çekên Bombeavêj
  • 2 Çekên Pompeyî
  • Gelek alavên din ên leşkerî hatin desteserkirin.

HPG: Dewleta Tirk dîsa dest bi derewan kir

Piştî derbên giran ên gerîlayan, HPG’ destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din dest bi derewan kir û wiha got:

Artêşa dagirker tevî ku windahiyên giran da, bi saetan daxuyaniyek neda, piştre jî tenê diyar kir ku leşkerekî wan miriye, leşkerek jî birîndar bûye.

Her wiha bi derewan destpêkê got, 6 piştre jî got 8 gerîla şehîd bûne.

HPG: Di operasyonê de hevrêyê me şervan şehîd bû

HPG ragihand ku di Operasyonê de tenê gerîlayekî wan şehîd bû û got:

“Hevrêyê me Şervan ê bi lehengî şer kir, şehîd bû.

HPG: Operasyona şoreşgerî bersiva li dijî komployê ye

Dawiyê HPG’ê destnîşan kir ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bersiva komploya 15’ê Sibatê bû û ev peyam da:

“Li dijî komploya navneteweyî ku armanca xwe tunekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê û qirkirina gelê Kurdistanê ye, gelê me, hevrêyên me yên li zindanan û gerîlayên me yên azadiyê bi berxwedana mezin a 25 salan komplo bêencam hiştine. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan nîşan da ku ev berxwedan wê di kîjan astê de dewam bike û gerîla wê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Back to top button