Şehba-Komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike

Pêngava komkirina Îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo bi coş li herêmê dewam dike.
Li Şehba û Şedadê komkirina îmzeyan dewam dike.
Şêniyên Şedadê bang li her kesî kirin ku beşdarî pêngavê bibin û diyar kirin ku rizgariya hemû gelan bi rizgariya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi daxuyaniyekê dest bi pêngava komkirina îmzeyan ji bo Rêber Apo kir.

Di vê çarçoveyê de îro li Şehbayê komîteyên komkirina îmzeyan li deverên cuda dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Şêniyên Şedadê bi kêfxweşî lîste îmze kirin

Şêniyên navçeya Şedadê jî bi kêfxweşî tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn.

Komîteyên komkirina îmzeyan li navçe û gundên derdora wê îmze kom kirin.

Şêniya bi navê Ruqeya El-Şêx wiha got:

“Rêber Abdullah Ocalan sembola têkoşîna demokratîk û civakî ye, serbestberdana wî daxwazeke nîştimanî û mirovî ye.”

Suad El-Elî jî ku lîste îmze kir ev tişt anî ziman:

“Ji her kesî tê xwestin tevlî vê pêngavê bibe.

Divê Rêber APO azad bibe ji ber ku ew ji bo gelên bindest û paşguhkirî nûnerê hêvî, aştî û edaletê ye.”

Ji bo azadiya Rêber Apo li Minibicê dest bi komkirina îmzeyan hate kirin

Back to top button