Cenazeyên 9 şehîdên YAT’ê gihîşt Hesekê

QSD’ê da zanîn ku cenazeyên 9 şehîdên ku di qezaya helîkopterê ya li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn, îro gihaştine Hesekê.
QSD’ê diyar kir ku dê her neh şehîd sibê li Hesekê bi merasîmeke bi heybet werin oxirkirin.
QSD’ê bang li hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku beşdarî merasîma bi heybet bibin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku cenazeyên 9 şehîdan gihaştine Hesekê.

Navendê dazanîn ku piştî rêzehevdîtinan hêzên wan karîbûn cenazeyên 9 şehîd, fermandar û şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ku li Başûrê Kurdistanê di encama ketina 2 helîkopteran de şehîd bûbûn, wergire û bigihîne heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Tîmeke hêzên me tevî endamên Fermandariya Giştî cenazeyên şehîdan gihandin bajarê Hesekê.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de derbarê merasîmê de ev agahî da:

“Sibe çarşemê (22 Adar) dê hêzên me bi merasîmeke navendî cenazeyên şehîdan oxir bikin.

Merasîm saat di 11.00’an de bi kombûna gel li ber Nexweşxaneya Şehîd Sarya a li taxa Xiwêran dê dest pê dike

Piştre dê cenazeyên şehîdan li ser milan werin veguhastin ber bi Stadyûma Serdem ve ya li heman taxê û li wir merasîm were lidarxistin.

Merasîm dê bi peyamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê û saziyên fermî û nûnerên hevkar û hevalbendên hêzên me yên di şerê li dijî terorê de, bi rê ve biçe.”

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ji bo beşariya merasîmê ev bang kir:

“Wek dilsoziya bi zarokên gelê me re ku di oxira parastina herêmê bi tevahî pêkhateyên wê de canê xwe feda kir, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê neteweyî û serhildanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.”

Back to top button