Wê 5 hezar çeteyên Boko Heram derkevin pêşberî dadgeha Nîjerya

Ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram yên ji 2009’an ve zêdeyî 20 hezar kes hatine kuştin. Li Nîjerya, 5 hezar çeteyên Boko Haram yên girtî wê werin dadgehkirin.

Li Nîjerya ya dikeve rojavayê Afrîka, 5 hezar çeteyên Boko Haram yên hatîn girtin wê werin dadgehkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê dozgeriya Nîjerya ve hatî weşandin tê gotin, 5 hezar çeteyên Boko Haram li herêmên Giwa, Maiduguri, Kainjî yên eyaleta Borno hene.

Ev çete wê bi hevkariya Dozgeriya Nîjerya û Şêwirmendê Parastina Netewî werin dadgehkirin.

Beriya niha jî 283 çete hatibûn dadgehkirin.

Hate gotin, ger kesên bêtewan di nava van komên çete de hebe jî wê serbest werin berdan.

Pêvajoya dadgehkirinê jî wê heman şêwaz dewam bike.

Dadgeha Nîjerya di dawiyê de careke din banga xweradestkirinê li çeteyan kir.

Ji 2009’an ve ji ber êrîşên terorî yên Boko Haram zêdeyî 20 hezar kes mirine.

Ev koma çete ji sala 2015’an ve li sînorê welatên cîran jî êrîşên xwe zêde kirine.

Herî zêde Kamerun, Çad û Nîjer ji êrişa van çeteyan ziyan dibîne.

Tenê di êrîşa li Gola Havzasi ya Çadê de herî kêm 2 hezar kes hatibûn kuştin.

Back to top button