Venezuela sefîra YE dersînor dike

Rêveberiya Venezuelayê bersiv da biryara pêkirinê ya YE’yê ya li ser 19 rayedarên payebilind û xwest ku sefîra YE ya li paytext Caracasê, biterikîne.

YE ji rêveberiya Venezuelayê derheqê 19 kesên payebilind biryara pêkanîna cezyan dabû.

Biryar duşemê hatibû ragihandin.

Di nav van kesan de ku hate îdîakirin di polîtîkayên dijî demokrasî, dijî rêgezên dewleta hiqûqê de para wan heye, hin waliyên herêmê û endamên artêşê jî hene.

Biryara qedexeya gerê û sekinandina mal û milkê wan hatibû standin.

Rêveberiya Nîcolas Madûro jî bersiveke tund da.

Wezîrê Karê Derve Jorge Arreaza ragihand sefîra li Caracasê Isabel Brilhante Pedrosa weke ‘kesa ku nayê xwesin(Person non grata) ragihandine.

Arreza diyar kir wan 72 saet dem dane Pedrosa da ku welêt biterikîne.

Back to top button