Yemen..Ji ber şerê li bajarê Marib zêdeyî 8 hezar kes koçber bûn

Ji ber şerê di navbera hêzên Husî û artêşa Yemenê de herî kêm 8 hezar kes ji bajarê Marib yê Yemenê koçber bûn.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric hişyariya pêla mezin ya koçberiyê da û got,
Ger şer dewam bike, dibe ku bi sedhezaran kes ji cih û warê xwe koçber bibin.

Stephane Dujarric di daxuyaniya çapemeniya rojane de îşaret bi rewşa li Marib ya Yemenê kir.

Dujarric diyar kir ku ji ber şer piraniya wan jin û zarok zêdeyî 8 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne û wiha got:

Di rewşek nebaşbûna li herêmê de wê bi sedhezaran kes ji cih û warê xwe koçber bibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY banga rawestandina şer li aliyan kir.

1’ê Adarê ji bo alîkariya bi Yemenê re wê konferansek naventewî were lidarxistin

Li aliyekî din tevgera dîplomasî ya ji bo rawestandina şerê li herêmê lez bûye.

Ji ber rîska nebûna pêdiviyên jiyanî wê di 1’ê Adarê de konferansek navenetewî were lidarxistin.

NY jî ji bo rewşa heyî hişyariya “wextê tengbûyî” dike û ji bo gihandina alîkariyê ji 16 milyon kesî re, banga foneke ji 4 milyar dolar dike.

Li welat ku ev 6 salin şer lê ne rawestiyaye, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button