Li Babê…çeteyekî dest avêt zarokeke 5 salî û şer derket

Li bajarê Babê yê dagirkirî, ji ber ku çeteyekî dest avêt zarokeke 5 salî, şerekî dijwar derket.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ”Çeteyê bi navê Mistefa Ebdurehman, dest avêt zarokek 5 salî ku a ji koçberên Humsê ne.”

Ev çete bi navê Xenûm tê naskirin û qaşo li gel Feyleqa 3’yan a çeteyên El-Şamiye rojnamevan e.”

Hat ragihandin ku şêniyên herêmê bi taybet xizmên wê zarokê, ji ber vê bûyerê bi hêrs bûn.

Di encamê de şer di navbera wan û çeteyên Tirkiyê de derket.

Li gorî heman çavkaniyê, di şer birîndar jî çêbûn.

Li kampa El Heremên destdirêjî li zarokeke 4 salî hat kirin

Di hemna rojê de, destdirêjî li zarokeke din hat kirin.

Çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyê ragihand “Ev zarok 4 salî ye û li kampa EL Heremên a Ezazê dimîne.”

Rewşa herêmên dagirkirî ku Erdogan idîa dike aram in bi vî rengî ye.

Û hîna jî di bin navê herêma ewle de, dixwaze herêmine din dagir bike û aramiya li deverên heyî jî têk bibe.

Back to top button