LI NAVÇEYA ŞÊREWA ÇETEYEKÎ TIRKIYÊ HAT KUŞTIN Û YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şêrewa li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê çalakiyek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariyê di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

Çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku li Efrîn û derdora wê bicîh bûne didomînin.

Di çarçoveya van çalakiyan de;

15’ê Nîsanê, şervanên me li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa li diji seyareyek leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet El Hemze çalakiyek lidar xistin.

Di encema vê çalakiyê de çeteyekî Tirkiyê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button