Şêx û serokeşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê diyar kir ku ew ê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk xaka xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin.
Şêx û serokeşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê bi fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî re ku navenda wê li Eyn Îsa ye, civiyan.
Di civînê de fermandarên leşkerî rewşa dawî a li herêmê nirxandin.
Fermandarên leşkerî bersiva hemû pirsên şêx û serokeşîrên herêmê li ser girîngiya nuqteyên çavdêriyê ku vê dawiyê hatine ragihandin, da.
Fermandaran diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina xaka Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan, her tim amade ne.
Şêx û serokeşîrên herêmê jî diyar kir ew ê li hemberî êrîşên dagirkeran li kêleka QSD’ê bin.