Mihemed Sengawî: Pêwîste her Kurdek bi şeref, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Endamê Mekteba Siyasî yê YNK’ê Mihemed Sengawî daxwaz ji welatiyên Bakurê Kurdistanê kir ku li vê hilbijartinê giring binêrin.

Endamê Mekteba Siyasî yê YNK’ê Mihemed Sengawî ragihand ku ev hilbijartin diyarker e û gelê Kurd di dîrokê de li Tirkiyeyê gelek hatî çewisandin û got:

“Ji bo hikûmetek demokrat pêwîste hemû Kurdên bi şeref dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Her wiha divê her Kurdek bi şeref dengê xwe bide namzetê muxalefetê da ku hikûmetek demokratîk were avakirin, şer bi dawî bibe û mafê hemû gelan were dayîn.”

Mihemed Sengawî diyar kir ku divê hemû Kurd di warê netewî de piştgiriya partiya xwe bikin û wiha anî ziman:

“Hêvî dikin ku sibe gelê Kurd bi yek dengî, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku partiyek Kurdiye.

Bi dengên xwe girtîgehan vale bikin û azadîxwazan rizgar bike.”

Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê

Back to top button