Li ser 800 donim erd Zanîngeha Rojava tê avakirin.
Ew yek ji mezintirîn projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Wê têra zêdetirî 20 hezar xwendekaran bike.
Ev proje li gundewarê Qamişlo ye.
Zanîngeh wê li qadekê ku firehiya wê 800 donim e were avakirin.
Rêveberiya Xweser niha dest bi avakirina zanîngehê kiriye.
Li gor hat zanîn wê Zanîngeh têra zêdetirî 20 hezar xwendekarî bike.
Ji bilî holên perwerde û çalakiyên hunerî, dê stad û parkek jî werin avakirin.
Di çarçoveya projeyê de wê îsal du xewgeh werin lêkirin û dê têra 700 xwendekarî bikin.
Zanîngeha Rojava ya ku 2016’an di nava kêm derfetiya de hat avakirin.
Li gorî wê, dem hatiye ku zanîngeheke hevgirtî li yek cihî bê avakirin.