Çeteyekî DAIŞ’ê li Reqayê hat girtin

Li Reqayê çeteyekî DAIŞ’ê ku ji bo koordînatên cihên QSD’ê hatibû erkdarkirin, hat girtin.

Di Meha borî de jî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Reqayê çeteyek DAIŞ’ê girtibû.

Ajansa ANHA’ê bi çeteyê girtî hevpeyvînek taybet çêkir.

Çeteyê bi navê Ela’i Mihemed 39 ji Filistînê ye.

Sala 2015 li Şamê tevlî DAIŞ’ê dibe û li wargeha penaberên Filistînê ya li Şamê ji bo DAIŞ’ê kar kir.

Sala 2017’an hikûmeta Şamê bi DAIŞ’ê re ji bo vekişîna DAIŞ’ê ji derdora Şamê peyîmanek imzekirin.

Piştî Peyîmanê, ji me hate xwestin ku em ji kampê derkevin û biçin çolistanê.

Piştre ez hatin Reqayê.

Rêxistinê DAIŞ’ê li Reqayê ez ji bo komkirina koordînatan li ser nuqeteyên QSD’ê yên li Reqa û gundewarê wê erkdar kirim.

DAIŞ’ê ji min xwest ku 5 nuqeteyên QSD’ê koordîne bikin.

Lê tenê min li ser 2 nuqteyan agahî da.

Pişt re ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin.

Xebat û lêgerînên QSD’ê li herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê, berdewam in.

QSD’ê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê li Dêrazorê girt

Back to top button