QSD’ê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê li Dêrazorê girt

Yekîneyên taybet ên QSD`ê di operasyoneke ewlehiyê de li gundewarê Dêrazorê serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxwiyaniyekê ev yek raghand.

QSD’ê di daxwiyaniyê de ev agahî parve kirin ..

“Hêzên taybet bi piştevaniya hêzên hewayî yên Kaolîsyona Navneteweyî, operasyon li bajarokê Cedîd Bekare li dar xistiye.

Di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin.

Ev çete di veguhastina çek û ceblixaneyan, bombeyan de ji şaneyên DAIŞ`ê yên li Dêrazorê re çalak bû ..

Her wiha destê wî di plankirina êrişên şaneyan de hebû.

QSD’ê destnîşan kir ku xebatên wan li dijî şaneyên DAIŞ`ê û serçeteyên wê berdewam in .

Ev yek jî ji bo ku ewlehiya herêmê û xelkê wê biparêzin.

Back to top button