“Divê Şam bersivek erê bide însyatîfê çareserkirina aloziya Sûrî”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Ehmed El Dirzî bang li hikumeta Şamê kir ku bi awayekî erênî bersivê bide Însyatîfa Rêveberiya Xweser.

Ehmed El Dirzî Însyatîfa Rêveberiya Xweser wek gaveke girîng wesif kir û got:

“Ruxmî pêdiviya sûriyeyiyan bi çareya siyasî heye, lê guhartinên li herêmê nabînin.

Ew xwe dispêrin navendîbûna rêvebirina dewletê.

Pêdivî bi nenavendîbûna berfireh heye.”

El Dirzî destnîşan kir ku nêrîna hikumeta Şamê têkildarî diyalogê eşkere ye û wiha domand:

“Hikumet amade ye diyalogê bike, lê bi şertên xwe.

Tê pêşbînkirin ku hikumeta Şamê bi vê Însyatîfê re bide û bistîne.

Ev jî ji bo çareseriyê gaveke erênî ye .

Eldirzî piştrast kir ku divê her du alî li hev bikin.

Pêdivî bi diyalogê heye ku nêrîneke hevbeş were dîtin.

Back to top button