Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî xwest

Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî ji malbatên her 9 şervanên QSD’ê re xwest.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo şehadeta 9 şervanên QSD’yê peyamek sersaxiyê weşand.

Rêveberiyê di peyama xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê Rojava û QSD’ê re xwest.

Rêveberiyê diyar kir ku ev bûyer ji bo wan û tevahî gelên azadîxwaz bûyerek bi êş e û got:

”Em êşa gelê xwe yê Rojava parve dikin, li kuderê gelên li azadiya xwe digerin têkoşîn bikin, wê bedel jî hebin.

Li ser vî bingehî em sersaxî ji tevahiya gelê Kurd, malbatên şehîdan re dixwazin.

Em ê bi têkoşîna hevpar bigihin xewn û xeyalên şehîdan.”

Back to top button