Xelkê Mexmûrê çûn ser gorên şehîdan

Xelkê Mexmûrê bi boneya Cejna Newrozê çûn ser goristana wargehê û Newroza şehîdên xwe pîrozkirin.

Li Wargeha Mexmûrê, şênî li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi awayekî girseyî berê xwe dan goristanê.

Li ser goristanê li ser navê Malbatên Şehîdan bavê Ş. Amara Şerîf û Ş. Amara Rûbar, Ehmed Kapar axivî.

Ehmed Kapar hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîranî û newroz li şehîdan û Rêber Apo pîroz kir.

Ehmed diyar kir ku Newroz nûbûn û sembola gelê Kurd e û ev tişt anî ziman:

”Rêber Apo di sala 1973’an de li Enqerê di civîna xwe ya yekemîn de çirûska Newrozê pêxist.”

Ehmed Kapar anî ziman ku ew ê sala 2023’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala serkeftin û berxwedanê.

Back to top button