Berxwedana Rûmetê di roja 29’an de. Şervanên QSD’ê careke din bi derbên xurt bersîv dan êrîşên dagirker yên dewleta Tirk û çeteyên wê. Şervavên QSD’ê êrişa çeteyan a li ser gundê Bab El-Xêr ê navçeya Zirganê şikandin û 6 çete hatin kuştin. Li aliyekî din balafirên keşfê gundê Sergirakê yê Eyn Îsa bombebaran kir.
Artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê li aliyê gundê Bab El-Xêr ê navçeya Zirganê hewl dan êrişî nuqteyên Şervanên QSD’ê bikin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û di encamê de 6 çete hatin kuştin:
Depoyên genim hatin bombebarankirin
Ji aliyê din balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li gungê Sergirakê yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê depoyên genim bombebaran kir.