Li Almaya û Fransayê hişyariya lehiyê

Li Ewropayê bi taybetî Almanya û Fransayê ji ber barîna zêde yê baranê hişyariya lehiyê tê dayîn.
Her wiha ji bo pêşîgirtina ziyanan tedbîrên pêwîst tê girtin.

Li Almanya û Fransayê hişyariya lehiya mezin tê dayîn.

Li her du welatan tê pêşbînîkirin ji ber baranê zêde lehiyeke mezin çêbibe.

Ji ber vê saziyên metorolojiyê ya her du welatan xetereya ku asta avê bi lez bilind bibe hişyariyan dikin.

Li Îtalyayê jî ji ber lehiyê 13 kes miribû, mal û zeviyan di bin avê de mabû.

Di meha Cotmehê de Seyint-Omer ê Fransayê ji ber barîna zêde ya baran neçar mabûn malên xwe terk bikin.

Her wiha gundên Bortes û Lumbers ê Pas do Kalayîs jî rastî lehiyê hatibûn.

Barîna zêde yê baranê hişt ku çemên Lîs û Hem tijî bibin.

Li aliyê din heremên Saksonya-Anhalt, Torîngen û Saksonya Jêrîn ê Almanyayê jî ji ber barîna zêde ketibûn alarmê.

Back to top button