Dewleta Îranê neh kesên din îdam kir

Dewleta Îranê bi darvekirinê dest bi sala 2024’an kir.
Di rojên destpêka salê de 9 kes hatin darvekirin.
Li gor daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê 2023’yan de li Îranê 823 kes hat îdamkirin.

Dewleta Îranê bi darvekirina welatiyên xwe dest bi sala nû kir.

Îran yek ji wan welatane ku herî zêde darvekirin lê çêdibe.

Hat ragihandin ku li Îranê 9 kesên din hatin darvekiirn.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNA’yê ew 9 kes bi sûcdariya bazirganiya madeyên narkotîk hatine darvekirin.

Li gor daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê di sala 2023’yan de li welêt 823 kes hatin îdamkirin.

Berpirsên Îranî diyar dikin ku wan ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya tiryakê kampanya dane destpêkirin.

“Bazirganiya madeyên narkotîk ji aliyê hêzên îranê ve tê kirin”

Lê li gorî muxalîfan, bazirganiya tiryakê ji aliyê Hêzên Şoreşê ve tê kirin.

Her wiha hêzên Îranê bi vê hincetê kesên ku muxalifetê dike ji holê radike.

Bi taybetî jî dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê bi zanebûn rê li ber tîcareta tiryakê vedike û bi vê re ciwanan ji muxalefeta bi wan re dûr dixe.

Ev kiryarên Îranê di van salên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê jî gelekî zêde buye.

UNODC: Li Îranê bêtirî 2,8 mîlyon kes tiryakê bikar tîne

Li gorî daneyên ku ji aliyê Komîsyona Narkotîk a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) ya sala 2021’an ve hatiye parvekirin, li Îranê 2,8 mîlyon kes tiryakê bikar tînin.

Tê texmîn kirin ku hejmar ji vê zêdetire.

Li gorî pisporê nexweşiyên civakî li Îranê temenê ciwanên ku dest bi bikaranîna tiryakê kirine daketiye 12’an.

Bi taybetî di sala 2011’an ve hejmara kesên ku van maddeyan bi kar tînin du qat zêde bûye.

Ev jî weke rêbazeke dewleta Îranê a ji bo tepisandina serhildanên civakê tê pênase kirin.

Back to top button