Hêzên QSD’ê li Reqayê endamekî daiş’ê girt

Yekîneyên Antî-Teror yên QSD’ê li gundewarê Reqayê çeteyekî DAIŞ’ê girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonekê de çeteyekî DAIŞ’ê li gundewarê Reqayê hat girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

‘Di çaçroveya operasyênên me yên domdar ên li dijî bermahiyên rêxistina DAIŞ’ê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên girêdayî hêzên me operasyonek li dar xist.

Operasyon duh li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê, bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Di encamê de yekîneyên me terorîstê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade girt.”

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan wê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî rêxistina DAIŞ’ê bidomînin û ewehiya herêmên mîsoger bikin.

Back to top button