HRE′yê nasnameya şehîd Berfîn Efrîn eşkare kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya şehîdekê eşkare kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dazuyaniyekî nivîskî şehadeta şervanekî xwe ragihand.

HRE’yê têkîldarî şehadeta Berfîn Efrîn ev agahî parve kir:

Hevrêya me Berfîn Efrîn di çarçovaya Qonaxa Dûyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê bû.

Ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû.”

HRE’yê di dewamiyê de qala têkoşeriya şehîd Berfîn kir û wiha got:

Hevrêyê me li bajarê Efrînê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li jiyanê vedike.

Bi vê biryardariyê hevrêya me Berfîn di sala 2014’an de tevlê nava refên şoreşê bû.

Di tevlîbûna şoreşê de jî her kêliya xwe bi têkoşeriyê derbas kir û tevlî refên şehîdan bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di dawî de ji malbata hêja ya şehîd Berfîn û tevahiya gelê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Berfîn Efrîn
Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrîn / 19’ê Mijdara 2023.

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed li Minbicê oxir kirin

Back to top button