Li Minbicê cenazeyê şervanê QSD’ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed bi merasîmekê hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê û Saziya Gaziyan Mihemed El Miziyd ê ku 20’ê Mijdarê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin.
Di merasîmê de endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Huda Mewas axivî û got:
“Em şehîdê xwe yê leheng Mihemed El Mizyed li kêleka hevalên wî yên şehîd vedişêrin.
Van şehîdan ji bo parastina mirovahiyê bedena xwe kirin mertal û şehîd bûn.”
Huda Mewas berxewdana şervanên li eniyên şer silav kir û soza domandina xeta şehîdan da.
Li Şehbayê cenazeyê endama asayîşê Şefîqe Esed hat oxirkirin