Li Hesekê Navenda Çand û Hunera Xabûr pêşengehek şêwekarî ku 110 tabloyên pêk dihat pêşanda.
Pêşengeh bi dirûşma “Ji bo piştgiriya behreyên ciwanan”, doh pêşangehek li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Muftî ya Hesekê hat lidarxistin û tê de 110 tabloyên 35 şêwekaran hatin pêşandan.
Di tabloyan de rastiya jinan û cilûbergên folklorî yên herêmê hatin nîşandan.
Şêwekar Xezne Ebûd nêzî 45 tabloyên biçûk û mezin û 35 tabloyên ku bi destan hatina çêkirin û berhemên şêwekariyê yên der barê folklore de pêşkêş kirin.
Di merasîma vekirina pêşangehê de hunermend, rewşenbîr, wênesaz û endamên Navenda Çand û Hunerê beşdar bûn û wê pêşangeh 2 rojan bidome.
Di pêşangehê de koma Xabûr stranên welatparêzî gotin.