Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.HPG’ê ragihand hêzên gerîla li qada ji 4 baskan ve li dagirkeran dan. Hat gotin di vê çalakiyê de 9 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 2 çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.
Gerîlayên Azadiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û rojane çalakiyên bi bandor lidardixin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê da zanîn gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li dagirkeran xistin û ev agahî parve kir;
“16’ê Tîrmehê li qada Werxelê, li dijî 3 yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ji 4 baskan ve çalakiyeke hate lidarxistin. Di encama vê çalakiya serketî de ku bi taktîkên gerîla yên serdema nû hate kirin, herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin rûxandin û gelek dagirker jî birîndar bûn.”
HPG’ê diyar kir heman rojê artêşa Tirk a dagirker derdora Werxelê bi hawanan bombebaran kir hat gotin Şewata ku ji ber vê bombebaranê rû da hîn jî dewam dike.
HPG’ê da zanîn 17’ê Tîrmehê jî derdora gundên Kêste û Hîrorê yên bi ser navçeya Kanî Masî a Amediyê û qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi helîkopteran hatin bombebaran kirin.
Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.