Rêveberiya Xweser bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê diyar kir şoreşê xwe spart girîngiya demokratîkkirina Sûriyê, pêşxistina rêveberiya civakê, xwîşk û biratiya gelan û neteweya demokratîk.
Hat diyar kirin heta rizgarkirina herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ewê xebatên xwe bidomînin.Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.
Rêveberiya Xweser bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Rêveberiya Xweser salvegera şoreşê li tevahî gelên herêmê pîroz kir.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êş û azarên gelên Sûriyê yên ji ber polîtîkayên serdema rêjîma Baas de ku kişandine û hat diyar kirin ev deh salên dawî ne ji ber van polîtîkayan jî welat di nava alozîyê de ye.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê a ku li Kobanê destpê kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû û wiha hat gotin,
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe spart girîngiya demokratîkkirina Sûriyê, pêşxistina rêveberiya civakî, projeya xwîşk û biratiya gelan û neteweya demokratîk. Şoreşê pêşxistina sîstemeke nenavendî li Sûriyê esas girt.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa civakî xwe dûrî şerê desthilatdariyê xist û wiha hat dewam kirin:
“Rêjîmê û hêzên ku xwe weke opozîsyon bi nav dikin bi tevger û siyasetên xwe alozîya Sûriyê kûrtir kirin û êş û zehmetiyên gel zêdetir kirin. Îro jî ev hêz çareseriya alozîya Sûriyê asteng dikin.”
Rêveberiya Xweser da zanîn li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan sîstemeke demokratîk hat avakirin, DAIŞ hat têkbirin û rola pêşeng a jinan di civakê de hat pêşxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin destketiyên şoreşê wê bên parastin û ji bo rizarkirina herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ewê xebat û têkoşîna xwe dewam bikin.
Her wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hat kirin ku sîstema demokratîk ya li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan ku berhemê şoreşê ye, biparêzin.
Rêveberiyê destnîşan kir ku ew amade ne bi hemû aliyên Sûriyê re ji bo edalet û demokrasî û rizgarkirina herêmên dagirkirî bixebitin.
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.



