Ji dorpêça Şehbayê nexweşên gurçikan jî bandor bûne

Li Şehbayê nexweşên gurçikan ji ber dorpêça hikumeta Şamê nikarin xwe bigihînin dermanan û tedawiya xwe bidomînin.

Rêveberê navenda şûştina gurçikan Hisên Mistefa di derbarê mijarê de axivî û wiha got:

“Nexweşên me hefteyê 3 an jî 4 caran gurçikên xwe dişon.

Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê nexweşên me tenê hefteyê carekê gurçikên xwe dişon.

Her wiha ji ber nebûna mazotê jî nexweş nikarin xwe bigihînin navendê û tunebûna dermanan jî pirsgirêkeke mezin e.”

Di dawiyê de Hisên Mistefa dazanîn ku bila rêxistinên mirovî êşa gel hîs bikin û vê dorpêçê bidin rakirin.

Her wiha nexweşeke li navenda şûştina gurçikan a bi navê Tolîn Mihemed a ji Efrîna dagirkirî jî axivî û ev tişt anî ziamn:

“Sal û nîvek e ez gurçikên xwe dişom û rewşa min ne baş e.

Her roja pêncşemê ez derziyan dikirim.

Ev yek jî gelekî zehmet e.

Ji bo peydakirina xwînê ez gelekî diwestim.

Ji ber dorpêçê ez peydakirina kirina dermana de zehmetiyan dikişînim û dermanê heyî jî gelek bûhane, divê dorpêç bê rakirin.”

“Li Helebê dorpêç bandorekê neyinî li qada perwerdeyê dike”

Back to top button