“Felsefeya Neteweya Demokratîk bingeha yekîtiya gelan e”

Beşdarên panela diyalogê ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê ku der barê neteweya demokratîk de hatiye lidarxistin, destnîşan kirin ku felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e.

Duh PYD’ê der barê neteweya demokratîk û pratîkên wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de paneleke diyalogê li Hesekê lidarxist.

Nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

Panel ji 3 mijaran pêk hat, a yekemîn li ser dewleta netewe, ya duyemîn li ser neteweya demokratîk û ya sêyemîn jî di netewa demokratîk de rola jinê bû.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku derketina pêşîn a dewleta netewe li Rojhilata Navîn piştî hilweşîna împeratoriyê bû, yek ji wan împeratoriya Osmanî bû.

Endamê rêvebera Komîteya Rêxistinê ya PYD’ê Emar Şemlan jî da zanîn ku dewleta netewe ji kapîtalîzma modernîte derketiye, ji ber wê jî Rêber APO projeya neteweya demokratîk derxist.

Rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Hesekê Zehrîban Hisên jî anî ziman ku neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinan hatiye avakirin.

Piştî nîqaşan panêl bi dawî bû.

Back to top button