Li Berlînê çalakiya kon a li dijî tecrîdê di roja 3’an de bi dawî bû

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz ê ku tevlî çalakiya konvedanê ya ji bo Rêber Apo li Berlînê hatibû lidarxistin, bibû diyar kir ku bêyî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna demokrasiyê ne pêkan e.

Li paytexta Almanya Berlînê çalakiya konvedanê ya ji bo Rêber Apo hatibû lidarxistin, di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Di roja dawî ya çalakiyê de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz tecrîda li ser Rêber APO nirxand.

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku zêdetirî 3 sal in li ser Rêber Apo pergala tecrîda mutleq tê meşandin û wiha got:

“Bêyî şikandina vê tecrîdê têkoşîna demokrasiyê ne pêkan e.

Li Tirkiye û derveyî welat, ji bo şikandina vê tecrîdê bêyî hewldan û organîzekirina çalakî û bernameyan ku mafê me yê demokratîk e, em nikarin behsa geşedana têkoşîna demokrasiyê bikin.

Her kesên alîgirê demokrasiyê ne, divê li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

Divê em xebatên xwe yên li ser vê bingehê û şikandina tecrîdê bidomînin.”

“Fikrê Ocalan ji bo aloziya Rojhilata Navîn çareserî ye”

Back to top button