“Fikrê Ocalan ji bo aloziya Rojhilata Navîn çareserî ye”

Li bajarê Bergamo yê Îtalyayê jî bi dirûşmeya “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civînek hat lidarxistin.

Endamê Senatoyê yê berê Gîovanna Capellî, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Ezîo Locatellî, parlementerê Filistînî Alî Rashîd û nûnerê Enformasyona Kurdistan yê Îtalyayê Serkan Xozatli jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, banga mezinkirina çalakiyên ji bo rawestandina şerê li Kurdistan û Filistînê hat kirin.

Di heman demê de, behsa rewşa tecrîda li ser Rêber Apo hat kirin.

Her wiha peşdaran destnîşan kirin ku fikir û felsefeya Rêbertî ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çavkaniya çareseriyê ye.

Di dawiya civînê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin û standa ku pirtûkên wî lê cih digirtin, eleqeyeke mezin dît.

Li Lozanê têkîldarî tecrîdê stand hat vekirin

Back to top button